Bûyerpress_Hawar
Fermandarê HSD′ê yê eniya rojhilatê Reqayê Azad Reqa destnîşan kir ku şervanên wan êrîşa çekdarên DAIŞ′ê ya roja 14′ê Tebaxê ku ji bakurê Reqayê heta başûrê wê, dest pê kiribû, vala derxistin û derbeyên giran li wan xistin.
Di heman mijarê de, Azad Reqa wiha got ʺPiştî ku me bajarê Reqayê xiste çemberê de û gelek taxên bajar rizgar kirin, ji xetên bakurê Reqayê heta başûrê bajêr,DAIŞê girûpên xwe belav kiribûn û bi dijwarî êrîş kirin. Di vê êrîşê de hem wesayetên bombebarkirî bikar anîn, hem jî êrîşên xwekujî pêk hatin”.
Azad Reqa, got ku ʺ,Taxên Mihdî û El-Refqa hatin rizgarkirinʺ.û derdora 341 çekdar hatin kuştin