Bûyerpress
– Dewleta ku ba di bin de here, ne tu dewlet e.
– Her xwenda nabe mela.
– Ew çavê ku dijminê xwe nas neke, bila birije.
– Bibe xulamê zanan, nebe mîrê nezanan.
– Hezar pez xwe dide siya darekê.
– Hesp siwarê xwe nas dike.
– Dilê xweş her lê bihar e.
– Ji heramzadan helalzade nakevin.
– Padîşahê bêbext, ket ji text.
– Tu bar î ne heval î.
Ev gotin di rojnameya Bûyerpress, hejmara 81′ê de hatine weşandin. 2018.07.15