Bûyerpress
Bi sedema destpêbûna prosesa dengdanê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku ew ê bi dirêjahiya 24 se’etan, çalakiyên leşkerî bide rawestandin.
Bi rêya daxuyaniyeke nivîskî, Navenda Parastina Gel a bi ser PKKê ve ragihand ku ew ê çalakiyên leşkerî bide rawestandin, da ku partiya AKPê keysa xwe ji behaneyê neîne û bi encamên hilbijartinan nelîze.