Bûyerpress
Piştî şerekî dijwar di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAIŞê de, hêzên HSDê 17 çekdarên DAIŞê kuştin û kargeheke DAIŞê ya çêkirina hawinan kontrol kir.
Li bakurê bajarokê Hecînê yê gundewarê Dêra Zorê, duh Şemiyê di navbera HSDê û DAIŞê de şerekî dijwar rûda, ji encamê kargeheke hawinan a DAIŞê hat kontrolkirin û li gundê Xeranic miqdarek ji cebilxaneya DAIŞê hat desteserkirin.
Helmeta Bahoza Cizîrê zêdetir ji 4 mehan e ku dest pê bûye û li gorî fermandarên leşkerî dibêjin, êdî operasyonên leşkerî ber bi dawî ve diçin.