Cara Yekem e Ku Hûn Vê Hevpeyvînê Dixwînin
– Min û Nûredîn Zaza pilana kuştina Qunsilê Tirkî dikir, dema Mîr nas kir, em dan ber xêzerana û got ez ê we dax bidim.!
– Nexşeya Kurdistanê ku min çêkiribû şewitandin, bi pihîna li serê min xistin ta ku ez “ker” bûm..
– Mana Kurdan li Sûrî” Demkî ye” Yan wê tevlî Bakurê Kurdistanê bibin û yan wê tevlî Başûr bibin.
– Di sala 1951ê de, Cegerxwîn, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî,û Osmanê Biro bûn mihvanê min, ji min xwestin ku ez bibim Komênist
Mihemedê Cemîlê Seyda kî ye?
Navê min Mihemedê Cemîlê Seyda ye, min bi navê “Perwer” kar dikir, Ez li bajarê Licê di sala 1918an de hatime dinê. Bajarê Licê girêdayî Amedê ye, min zaroktiya xwe li wir derbas kir, li wir jî min di sala 1925an Şêx Se’îd Efendî dît, di sala 1930î de fermana bavê min rabû, û em hatin Amûdê. Li wê derê diya min çû ber dilovaniya Xwedê, bavê min ez birim Şamê, teslîmî rehmetiyê mîr Celadet Bedirxan kirim, jê re got: “Ev kurê te ye”! Rewşenbîriya min î Kurdî û zanebûna min hemî ji mamostê min mîr Celadete Bedirxan hatiye. Ez heta 1942an li Şamê mam, paşê hatim Cizîrê, Min dest bi nivîsandinê kir, min Nexşeya(Xerîta) Kurdistanê çêkiribû, Muxaberata ez girtim, Xerîta Kurdistanê şewitandin. Piştî ku ez ji zindanê derketim min carek din dest bi nivîsandinê kir û min Ferhenga xwe ya bi navê ” Jîn” nivîsand.
Hinekî li ser malbata xwe biaxive?
ـBavê min Cemîlê Seyda di sala 1820an hatiye ser riwê dinê, ew kurê Subxetulah kurê Resûl paşa yê Rewandûzî ye, Resûl Paşa birayê Mehkûm Mihemed Paşa bû. Wê çaxê fermana me rabû û kalkê min hat Licê. Li wê derê kalkê min Seyda “alimekî “mezin bû ( تحفة ابن حجر) ji me re got, dîwana wî heye. Gelek kitêb nivîsandibûn kiribûn, Tirka şewitandin, Mele dikanek wî hebû, hemû Mela dihatin cem ji bo fêr bibin, û hîn jî li Licê dimîne, navê wê dikana” Mele ye”. Di 1937an de şoreşa Dêrsimê pêket Elî Riza mezinê Dêrsimê bû peyamek şiyand ji Ebdulrehîm birayê şêx Seîd Efendî re, ew jî li Sûriyê bû, jê re got: “Mehkûmê binxetê bid hevdû, ji bo xatirê bibin qewet û hûn werin alîkariya me bikin”. Mektûb hat bavê min bire Şamê û da Ebdulrehîm, xelkê xwe jê vedizî .!? Ebdulrehîm hat û 18 peya pêre bûn û berê xwe da ku here Dêrsim. Casûsek bi wan re hebû ew casûs kurmanc bû. Bavê min ji Ebdulrehîm re got :”Evaya bera neyê”? Ji bavê min re got:” Ma wê çi bike baltû tenê pê re ye”! Vî casûsî nivîsî , kî hevalê wa ye û bi çi awayî wê herin, û herin ku derê, hemî nivîsî, gihan “Seletê” ber çemê Amedê, li Seletê mexfera Tirka hebû, ji xwe re paldan westiya bûn, ê casûs xwe vekişand bi dizî û xwe gihand mexferê , û ji wan re mesele hemû got û va li vir in, îca telefon dan Amedê û (نفير عام ) li wan rabû, dinya buhar bû û genim jî li dar bû, muxtar û 8 nefer hatin ser wan, her 8 nefer hatin kuştin, qewet hat îca çara wana nema xwe avêtin nav genim. Di nav genim kîjan esker serê xwe derdixist dihat kuştin, rabû îca agir bi genim xistin, berê xwe dane bakur û 18 fîşek li bavê min û Ebdulrehîm ketin.
* li ser şoreş û serokên wan ê ku li Bakurê Kurdistanê rabûn biaxive?
Kurdistana Tirkî di wexta Şêx Ubeydulahê Nehrî ve û şoreş û berxwedan lê nesekinî ne, Şoreşa Şêx Se’îd Efendî, wî samanên xwe hemû ji bo şoreşê xerc kir, Şêx Se’îd Efendî hîna kesek mîna wî wek kesayetiyek oldar ranebû ye, ne wek hemû Şêxên Olî di nav Kurdên Bakur de, û gelek navên din jî hene şoreş vêxistine, çi bi çekan û çi bi zaniyariyê wek:Dr.Fûad, Fihimî Bilal, Xalid Begê Cibrî, Erif Paşa, Şêx Ebdulrehîm Efendî, û wek me got jî hinek dî jî rabûn û şoreşa zaniyariyê vêxistin û pê re jî hin hewldanê şoreşên çekdarî jî kirin wek: Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran Bedirxan Qedrîcan, Osman Sebrî, Reşîd Kurd, Bozan Beg , Mustefa Beg mezinê Beraza, Haco û 6 kurê xwe, Ebdurehmanê Eliyê Yûnis, Elî Seydo Goranî, û Cegerxwînê Hesarî.
Fehmî Bilal xwendina wî li Parîs bû “Feylesûfekî “mezin bû, siyasetmedarekî payebilind bû, dolabê şêx Seîd û Dr. Fûad dimeşan, ji şêx Seîd re gotin:” Fehmî limêj nake”? Got:” wele divê hinek weke Fehmî li cem me hebin, ma kî wê here danûstendinê bi Ecaniban re bike”?!
* Fehmî Bilal kî bû?
ـ Eslê wî ji Licê ye, bavê wî mele bû , çû Firansa û li wê derê xwend. Bû berpirsê muhamata di şoreşa Şêx Se’îd de, di wexta şêx Se’îd de hat girtin, û dan mehkemê, hemû mihamiyên Tirkan lê civiyan zora gişa bir. Ji zindanê reviya Binxetê, û paşê dîse vegerya Serxetê, xiyanet lê bû û hat kuştin..!
Dr. Fûad mêrê bi sed mêran bû, ew jî hat girtin, berî ku wî bidar ve bikin got:” Odeyekê ji min re amade bikin ez dixwazim bi jina xwe re xelwe bibim, rabû ji wan re şerşefek vedan, gava ji bin şerşefê derket ava xwe pêş wan kir, û gote jina xwe” Eger ji te re kurek çêbû navê wî bike Fûad ji bo zanibin ku Fûad nemiriye” Û piştî neh mehan ji jina wî re kurek çêbû û navê wî kirin Fûad û niha li Feransa ye, û gelek bervanî ji bo kurdan kiriye..
* Sedemên têkçûna wan şoreşan?
Jiber ku nexwende û nezan bûn! Wek ku min diyar kir ewqas navê ku şoreş vêxistin ji Beg, şêx û mal mezinan bûn, wisa jî hebûn ji Bega, Axa, şêx û Mele li dijî mafê gelê xwe disekinîn, û şerê şoreşê jî dikirin.Sedema mezin û sereke ev bû.
Hûn ji bo tevgera kurdî ya siyasî li Sûriyê çi dibêjin?
Ez dibînim ku mana Kurdan li Sûrî” Demkî ye” Yan wê tevlî bakurê kurdistanê bibin û yan wê tevlî Başûr bibin, tu îşê me ji vir tune..!?
* We kengî dest bi karê ferhenga xwe kir?
Bîranînên min jî hebûn min ji sala 1940î heta 1980’ê nivîsandibû, û pêre jî min dest bi karê ferhenga xwe kiriye ku min navê wê kir”Ferhenga Jîn” û du pirtûkên din jî hene “Elfebaya Kurdî” û ” Tekoşîna Min” Û wek min di despêkê de got dema ez hatim girtin gelek berhemên min hatin şewitandin..
* Tu nabînî ku pirtûkxaneya kurdî hîn feqîr e?
Jiber ku nivîskarê kurd di Sûriyê de feqîr e, loma ew nikare pirtûkên xwe çap bike, û rêjîma be’siyan zimanê me qedexe kiriye..
* Eger tu niha xort bana, te yê ji bo Kurdan çi bikira?
Jiber ku ez şagirtê Mîr Celadet û Kamîran Bedirxan bûm, ez ê vegerim û wan fêrî zaniyariyê bikim, wan fêrî ziman û wêjeya kurdî bikim, ez 14 salan li rex wan mam wisa fêrî çanda netewa xwe bû me.
* Ji me re li ser qonaxa ku dixwestin te bikin Komênist biaxive?
Erê tê bîra min, ez û Mele Hesenê Kurd (Hişiyar) û Ebdê Têlo, û mele Ebduleyê Mele Reşîd, em her çar nebûne Komênist(Şo’î)..!
Di sala 1951ê de, ez melayê gundê Gir Bêjing bûm, Cegerxwîn, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî,û Osmanê Biro bûn mihvanê min, ji min xwestin ku ez bibim Komênist, du rojan man mihvanê min, û me gelek giftûgo kir lê qet jî min bi ya wan nekir û nebûme Komênist, ji ber ku Mîrê min Celadet Bedirxan gotibû min, ” nebî nebî tu bibî Komênist“.! Vêce wan sê çar mirîşkên min jî xwarin û çûn..! paşê Cegerxwîn di çaxa kongirê “Baldoskî” yê Komênistan de, Cimşîdê Celadet Bedirxan şand Elmaniya wek nûnerê wan. Komîta navendî ya Partiya Komênist peyamek şandin û tê de eşkere kirbûn ku ew nûner ne yê partiya me ne, ew dijminê me ne..!
Li vir gelek kesayetiyên Kurd ên hevalê partiya Komênist jê veqetiyan. Mîr Celadet digot:” Piştî dor 700 salê dî ku Ol nemînin û netew jî nemînin wê çaxê wê Komênist biser bikevin”
* Tu dikarî hindekî li ser girtina xwe biaxive?
Wek min gote we min nexşeya Kurdistanê çêkir bû “100×80 SM” bû, ez ji bo wê nexşeyê girtim bi pihîna li serê min dixistin heta ku ez “KER” kirim, paşê Ez birim dadgeha eskerî, yê dadgêr eskerî bû, cîgirê giştî sivîl bû wî ji min pirsî:
ليش وصلت الحدود للفرات؟*
– Tu çima gihişt sînorê Feratê?
سيدي ما اختلفنا, رجعوا للخابور بنتصالح,
Ezbenî pirsgirêk tune ye, vegerînin sînorê Xabûrê, em ê lihev werin.-
*ما معكون حق, انتو بتقولوا للفرات واليهود بيقولوا للفرات, وين بدنا نروح؟
– Ne wek we ye, hûn dibêjin ta Feratê û Cihû dibêjin ta Feratê, ma em ê bi ku ve herin?
دبروا حالكون
– Ji xwe re çareyekê bibînin.
Ez bi du salan hukim kirim, û min ew herdû sal di zindana Siwêda de qedandin..
* Li ser wan salên ku tu li mala Celadet Bedirxan bû biaxive? ez 14 salan li mala wî mam, dibistana min danê êvarî bû, hevalê min ku dihat mala mîr Nûredîn Zaza bû, mala Mîr Celadet her çax tije mêvan bûn, kî li kû derê didît ew tanî mala xwe, û jê re ziman û wêje û dîroka Kurdî dixwend, û wisa jî dema ku “Rojê Lîsko ” hate mala wî, min pirsî Mîr ev kî ye?Gote min:”Ev firansîkî Kurd e”
Min û Nûredîn Zaza pilanek hazir dikir ku em demaçekê bînin û pê balyozê Tirkiyê li şamê bikujin, vêce Ehmedê Ferman xulamê Mîr Celadet dengê me dikir, û ji mîr re got, wê çaxê em çûbûn wî bikujin, da pey me û em li Ce’da Bexdad zeft kirin, gote me siwar bin, em birin mekteba xwe, derî girt û rahişte xeyzeranê xwe û ku derê we têşe”Hûnê Qunsil bikujin haaa welah ez ê we dax bidim, ma ev kare hûnê bikin” me gotiyê erê em ê wî bikujin û mala wî li Muhacirîn e, û her roj ew tê Gulîstanê û serê wî rût e, ma çima ew zilmê li me dikin û serê kurdan jî jêdikin.
Mîr gote me piştî ku laşê me ji xeyzeranê xwe şîn û reş kir: “Kurê min em hemû li vir li Şamê ne, ola dewleta Feransî nîne, eger me tiştek wisa kir wê Feransa Komela Xuybûnê radestî dewleta Tirkan bikin” Rabû mîr destê xwe avêt berîka xwe deh qurûş dane me, û gote me herin Sînemê..
* Hindekî ji me re li ser çûna xwe cem Berzanî biaxive?
ـ Di sala 1971ê de ez çûm cem Barzanî, em çûn oda wî, 50 pêşmerge tê de rûniştî bûn, dema ku derbas bû em giş ji ber rabûn, rûnişt û we`zin ji Quranê kirin, Barzanî bavê min nas kir, ez jî rabûm ku ez wesfê wî bidim, destê xwe li milê min xist got:” Ez bavê te xweş nas dikim, bavê te têkoşerekî mezin bû, eferim ez gelekî spasî Xwedê dikim ku ê wek we şiyar bûne û hûn hatine serdana Kurdistanê, inşele em ê daxwaza xwe bi cih bînin”. Ez carek din jî çûme cem Barzanî, sê çêlekê min hebûn hatin dizîn min got nikarin bibin Tirkî lê belkî birine Iraqê ez çûm min baspora xwe li cem qayimeqam çê kir, çûme Rebî’a, Elî Şingalî û Elî Seydo Goranî li Musilê bûn mixabin ez çûm ne hazir bûn, min berê xwe da “Hewlêrê” serok Barzanî dîs ez nas kirim, gote min:” Xêr e”? Min got: ne xêr e, sê çêlekê min hatine dizîn got ma li vir in? Min got ez nizanim, got ma tu şeklê wan nas dikî? Min got erê. Rabû li nav Pêşmergeyan belav kir û gote min wê li çêlekê te bigerin, Ev Barzanî bû guh dida her tiştî çimkî serok bû, û serok divê guhê xwe bidin êş û derdê gelê xwe, tevlî ku şoreşek vêxistibû dilê min nehêla û alîkariya min kir.
Bû roja dî pêşmergekî û erîfekî di cêbê de ne, Gotin Mihemed Cemîl Seyda, were va me çêlekê te dîtin, me li Şingalê ew girtin were biner bê ew in ne ew in? Ez çûm ku wa çêlekê min li “merkeza Partî “girêdayî ne, min got we ji ku anîn , gotin me ji Qabûsiyê anîn, Qbûsiyê bi 1KM di biniya Şingalê re ye. Bû roja dî çêleka di jî anîn, her sê çêlekê min anîn . Kirin kemyonê de û ji min re û gotin de siwarê , em hatin Mûsilê, gotin tu nebêjî pêşmergeyan alîkariya min kirin wê te bigrin haa , bêj min çêlekê xwe dîtin!Li Mûsilê gotin ka diz? Min got diz reviyan min çêlekê xwe anîn, gotin min (مع السلامة , الله معك) Mebesta min ji vê çîrokê ku ez Barzanî wek mirov ji we re bidim nasîn..
Di dawî de ez vê helbestê diyarî we dikim ku min li ser Seydyê nemir Cegerxwînê Hesarî çêkiriye.
Silavê gewher û pirxweş we anî
Verêkim bo Cegerxwînî cîhanî
Cegerxwîn pir gelek zana û jîr e
Ji bo Kurdan weke seydayê Xanî
Mele û Xanî û Bedî’
Spasan dikin ji bo te her zemanî
Bi dîwanê te pir şabûn
Cegerxwîn çi ku kin bûn ji wan pirsên biyanî
Li dunya min nedîtî kes wekî te
Egîd û şêr û mêr û palewanî
Gelek rencî te kêşa pir ji bo min
Di zindana di her warê biyanî
Te barê pir giran da ser milê xwe
Bi dîlî hem bi dijwarî ji vanî
Ji ber ku te gelek kurd kir şiyarî
Li temara xewa êşa tu zanî
Se’îd û Qazî , Berzenî , Kawa
Ji xew rabûn ji tirba şadîmanî
Bi daxwaza te pir şabûn Cegerxwîn
Çikû azad te kir Kurdê xizanî
Li dunya min kes nedîtî wekî te
Egîd û şêr û mêr û palewanî
* Tu çi şîretê li xortan dikî?
Xortên me niha jîr û zana ne wê li mafê xwe bigerin û eger bidest xistin, wê lê miqate bin..
Têbînî:
Ev hevpeyîvîn di 28.5.2005 ku mamoste Ridwan Mihemed Emîn bi Mihemedê Cemîlê Seyda re kirbû, û hîn nehatiye weşandin, mamoste Ridwan diyarî Rojnameya Bûyerpress kir, me jî dît ku wek belgeyekê ye û pêwîst e bê nivîsandin û weşandin, Em spasiya hêja Ridwan M.Emîn Dikin