Çi qasî em dîroka hunera kurdî bikolin, em ê bêhtir hunermend û dengbêjên jin û mêr binasin, ew in ên ku folklor û kultora Kurdî vejandine, û rupelên nû li dîroka huner û çanda kurdî zêde kirine.
Elmas Xan:
Navê bavê wê Mihemed e, û diya wê Asya ye. Di sala 1894’ê de li gundê “Xargulê” ji dayîk bûye û li “Cizîra Botan” jiyaye
Di destpêka sedsala bîstan de, û di dema Cenga Cîhanê ya Yekemîn de malbata wê ji bakurê Kurdistanê direvin û berê xwe didin başûrê kurdistanê, û li bajarê Zaxo bi cih dibin.
Dengê Elmas pir xweş û nazik bû, tevlî rewşa jinan a dijwar di wê demê de, lê biryar dide ku ew derbasî hola huner û dengbêjiyê bibe.
Berê xwe dide bajarê Mûsilê û li wir çend sitranan tomar dike, piştre diçe paytexta Îraqê Bexda, li wir pêvajoyeke nû ji huner û mûzîka kurdî û ji jiyana xwe re dişopîne.
Bi diplomasiyekî Ingilîzî re şû dike, û çend salan bi evînî û xweşî bi hev dû re dimînin, hevjîniya wan berdewam nake, ji ber ku hevjînê wê diçe welatê xwe, û Elmas biryar dide ku ew li welat bimîne, li ser xaka bav û bapîran.
Hevjînê wê bi rêzdarî biryara wê dixwîne, û hemî arzî, zêr û zîvan jê re dihêle.
Elmas xaniyekî mezin ava dike, ew xanî dibe dîdargeha hunermend, dengbêj, mûzîkjen, helbestvan û nivîskarên Kurd, û ji hemî aliyan ve arîkariyê bi wan re dike heta ku dibin navdar û xwedî ked û xebat,
nemaze ku wê di sala 1945’an de di beşê Kurdî de li Radoya Bexdayê programeke taybet pêşkêş dikir, û derfet dida wan hunermendan ku ew berhemên xwe tomar bikin.
Dibêjin piştre ew bi “Hacî Evdê Îsmayîlî” re şû dike, û bi arîkariya wî pir sitranên folklorî û gerêlî dide hunermendan, û sitranên dane wan ev in:
(Qumrîkê, Lê lê Êmo, Xiftano, Dotmamê, Hey Nêrgiz, Rihana Min, Hatim Besta Belekê, Gulşînî û Lê Lê Kinê)
Saya vê jina merd û jîr li ser çand û kiltûrê Kurdî heye û mezin e.
Di sala 1957’an de dev ji dengbêjiyê berdide, lê arîkarî ,dan û merdbûna wê berdewan dimîne.
Hâjayî gotinê ye ku ew keça mamê Meryem Xan e, û hin dibêjin ew meta “metik”a wê ye.
Dawiya wê:
Mixabin piştî ku pîrbûniyê neperûşkên xwe di temenê wê de zêde kirin, û êş û janan ew dorpêç kir; hemî mêvan, dost hevalên wê xwe jê dûr dikin, û pişta xwe didinê wekî ku wan Elmas yek rojê jî nedîtibin û vê tiştê rewşa wê zortir û nexweştir kir.
Di Kanûna Didwan a sala 1974’an diçe li ser dilovaniya Xwedê, berhem , kar û xebata xwe dihêle navnîşana dana xwe ya bêhempa.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 66′an de hatiye weşandin 15.8.2017