Rêwî
Li benda min nema
Ji beriya min xatir xwest
Nameyek ji girnijîna wêneyê xwe hiştibû
Berî kû çerxa felekê
Bibe serdestê jînê
Firmêskên ji henaseya şûnwaran
Parçe dikir bêdengiya hestên xweser
Careke din dem dibûne neyarên vê rojê
Şûna her axînekî jan dida
Sehkirina dengê te
Kêlî bi kêlî ez bi xwe re dibirim
Nava bîrhatinên bê navnîşan
Sêwî dihiştin gulên bexçeyê gotinan
Ezmanên çaxê pêşwaziya kerwanan
Li ber xwe dikir
Pirwaza axa dîmenên koçberiyê
Li ber singa dayîka dayîkan
Di sala 1977’an de li gundê Hemzebegê yê girêdayî bajarê Dêrika Hemko ji dayîk bûye. xwendina xwe ya seretayî li gund, ya navîn û amadeyî jî li dibistanên bajarê Dêrikê diqedîne.
ÇEMÊ XEMAN
Ji çavan dipijiqî axîn
Dema navê xizaniyê dihate
Ser ziman
Li pey me dibarîn qêrîna
Zarokên pêxwas û birçî
Li nava tirafa kavilên
Xatir ji ciwaniya demsalan dixwestin
Bi lîstokên kolan û koçe
Ji xewa mirinê şiyar dikirin
Bisk û zulfên razayî
Li ber singa dayîkan dinaliyan
şanoya li ser dîwarên mirinê
Kefenê tariyê diçirand
Wê bîskê dil xwe tavêt
Bê qeyd û bê bend
Di kevala şev û rojê de
Hîlala keştiya nûh careke din
Dixwest tofana xezebê li babike
Ser riya kadizê
Bi hêviyên dihate avdan
Lehiya aşûta sor
Riya gihandinê kevel dikir
Rojên bênav û nîşan
Di riya bêveger de
Ser şûn dibûn
Wê gavê li ser rûyê bayê dildariyê
Çavên gulan bi hev diketin
Li qeraxa xaçeriyên baxçeyê
Vegotina helbestan
NAMEYEK
Li nava rêzikên hestên ker û lal
Şîn hatibû tovên peyvên te
Her tîpek nasnameyeke bêhempa
Li ser lênûsa deryaya gerdûnê digerand
Pênûsê li ber xwe kiribû kenê rûyê helbestan
Bi helpirka bilbil û şalûlan
Bîranînan mist dida mijankên çavên razayî
Xizêmên ser xemla rewan
Digirtin sema û şahî
Dil mest mabû û li ciwaniyê bibû mêvan
Nêrgiz û sosinan silavên karxezalan dihûnandin
Pirpirîkan rîşikê tîrêjên rojê dixemilandin
Xewê dixwest xendeyan birevîne
Bênavber li deriyê serpêhatiyan dixist
Lê dema çav bi çavan diketin
Cenga hest û awiran dibû
Gulistana ferişteyên bihuştê
Li ser ezmanê çîrokên
Xewnên bêdawî
Elî roj, Gelek helbest, gotar, bîranîn û serpêhatiyên xwe nivîsandine. Berhemên wî di gelek malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin.
YADÎGARÎ
Bilind dibû dengê çemê Xabûr
Dema min diqulibandin rojên kevin û nû
Li ber xwe dibir keştiyek ji tevnê bayê
Tayê desmala ezmanan vedireşiya
Dema rojê çav bi pêlûyan dinixumandin
Destên xizaniyê dimane şiyar
Simbilên rewan govend digerandin
Seqemademên har derbasdikirin
Seriyê tijî dima birçî
Peyîza razayî di nava xembariyê de
Hêdî hêdî xatir dixwest
Peşkên tematiyê xak gemar dikir
Goristanan deynê mirinê didan
Her yekî derziyek rakiribû
Lê şûjin li ber ronahiyê winda dibû
Tev zar û zêçan
Şemendefera jiyanê digerandin
Berê refê qulingan dikete
Kevana hîlala zêrîn
Yadîgariya dayîk û bavan
Dima kenê ser lêvan
Rêzikin rûpelên dîrokê
Hêviyên nû gihiştî berhevdikirin
DAYÊ
Min tu dîtî berî ku ez xwe bibînim
Wê çaxê ji xwe direviyam
Min nedixwest tu min bibînî
Lê dema te ez dîtim
Bûme dengekî bê dawî
Naxwaze ji ezman were xwar
Bûme avek û herikîm hinavê axê
Bûme hinaseyekî gerim û sar
Ji agir germtir û ji cemedê sartir
Kenê teyê diherikî ser dêm
Demsala buharê bi ser min de tanî
Dibûme tifalekî li ber pêsîra şahiyan
Tim dixwaze ji kaniya çavên te
Ava jiyanê vexwe
Dixwaze ji girava dilê te
Bihûnîne evsaneyên welatekî bê sînor
DAYÊ
Ji dîtina te bûme landika hêvî û hebûnê
Bûme xunava ronahiya ser xemla
Nêrgiz û lîlozan
Bûme çiyayekî çavê xwe bi keskesorê
Dişû û vedike
Dengê te dibû oqyanos
Û cîhan hembêz dikir
Ji dîtinekî dipişkivî gelek dîtin
Li te digeriyam bi çar çavan
Bi dilê ji bona te lêdida
Berî çav awirên xwe bibînin
Bi wêjeya kurdî ve mijûl dibe û dixebite. Her wiha di karê ragihandinê de cihê xwe digire. Sê berhemên wî yên helbestan, ji wan du bi zimanê erebî û yek jî bi zimanê kurdî li derveyî Rojava hatine çapkirin.
ROJÊN BÊ SÎBER
Dema şev dibariya ser rê û rêçikan
Wêneyê stêrkan li ser mijankan diçirisî
Dîtinekî xwe berdida ser bejnê
Her gavekî divexwar sed jan
Berû min dihat bi yek car
Temenê hebûnê dibû rojek
Mehşerê meyîdan dixwand
Ji dengê Adem û Hewa
Ji tovê jiyanê sêvek şînbû
Dibû gunehê zayîna însan
Ji herdû zayîndeyan ziriyet
Li ber xezeba xwedayan diket
Ax dibû qurbana aqilê sivik
Rê dimane benda siwarê rojê
Ji her nifşekî dima nav û nîşan
Çiya,bajar û daristanê mirovan
Tev bûbûn qûtê qedereke winda
Ji ola evdalê olan
Sûrê ezman diherifî ser gonhê mirovan
Dida ber xwe her bêjin û lebat
Jê çêbûn mirîd, rênçber û bindest
Çav tarî mij,moran û dewran
Li hev digincilî girêka kor û falbaz
Ji rista çarçefa tarî û xapînok
Kesek jê re nedibû ewle û pêşevan
Her yekî wek gurê birçî
Ji xwîna xwe divexwar serdem û dîrok
Pêşengeh dima dîmenên ser birîna kulbûyî
Qêrîna zarokan ji nava agirê sar
Kezeba dayîkan parçedikir
Wê demê diketim ser şopê
Bi pêlûyên zanist hembêz dike
Li ber dengê dahola cenga
Demjimêr serxwş dikirin
DEMJIMÊRÊN WENDA
Her gav dema tiliyên min
Diketin ser rûyê şevê
Dimame bê cî û war
Weke dengê bê veger
Di gera bêdengiyê de noq dibe
Diketim ber serê xwe
Weke bayekî nîvkuştî
Ji şerekî binkeftî dizivire
Yek caran dema hizirandin
Ji lebata canê min bajarên wenda ava dikir
Weke goristaneke axa xwe dixwe
Li ser roja direve pişt perda tariyê
Ji pirsên bê bersiv matmayî dimam
Xaçerêkên tevlîhev dibin
Li ser textê gavên çav li xewê dinêrin
Û dewsa xwe ji bîr dikin
Serxweşê çep û rastê xwe
Berdaye ber rehma xeyalan
Naxwazim çavên xwe vekim
Da nebînim rastiya rasteqîn û xewnan
Çolistana bi dîtina golên avê mest dibe
Lê tim û tim
Di berbanga her dawiyekî de
Bişkivînekî nû li dar e
Bi dengê av, ax û hêviyan
Ji nû ve afirandin diniqute ser lêvên axê
Lebat xwe dighîne laşê bê giyan
Rojên bi serwext xweş kelamin
Digerin nagerin bê hedarin
Li bin siya sermediyê
Mirin her tim dibe
Serdestê kêliyeke jiyanê
Ser temenê demjimêrin wenda
Lê xweza dimîne rehma hêviyan
Û sermest dibe destpêka hebûnê
Elî Roj bi zimanekî pak û sade, qehremaniya goriyên welêt û bîranînên cihêreng di malikên helbesta xwe de bi hostayî dilûsîne.
TENYA
Dilop dilop kenê çavê zarokan
Diherikî ji pêsîra dayikan
Av dida baxçeyê hesreta heyaman
Ji xewnên bê tirs û xof
Bi min re dimeşiyan şîn û şahî
Ji min dipirsîn bi kûve dice
Şev û roj li min digeriyan
Kerwanê gelawêjê nîgebaniya
Refên lehiyên girseyan dikir
Ji lebata canê bê laş û giyan
Meydana cenga zixur û pêlan
Peykerê xaka kevnar
Gurzê derdê kalekî ber dergehê salan
Ziman dikire volqana keser û hizran
Bê şûn dikir ciwaniya çav spî
Weke keştiya serxweş û wenda
Ji pêlan dipirse riya hedayetê
Ser çeperê çar welatan
Berê min li xeta dûr û dirêj
TENYA
Ber bi te ve dihelim
Weke xunava radimûse dêmê şefeqê
Weke axa diafirîne tovê zindeweriyê
Bi zulf û biskên bûka baranê
Gera destara destanan
Dikşîne ji singa teşiya xeyalan
Dixwaze dilê te hembêz bike
Berî ku xatir bixwaze
TENYA
Gava ku ez sipartim axa pîroz
Rondikan nebarînin ser gora min
Li ber serê min
Bi senfoniya dengê zarokan
Û bi kenê awirên çavên Tenya
Govenda hestan bigerînin
JANA PEYVAN
Li ser nivînên razayî
Bi cil û bergên tazî
Dinixumand pîneyên lal
Li ber çip çipa barana kor
Nema êdî guh didim galegala
Demên serxweş û ker
Bi çavên ku xwe nabîne
Bi tirafa pênc hezar saliya rizyayî
Pêşbirka mirin û jiyanê destpêdike
Ser qapana bazirganên xwefiroş
Ji pariyê di kulîna tarî de
Dipirsim ma heya kengî dê
Siya şûrê dagirkeran ser dergûşa me be
Û guleyên bê nav û nîşan
Gerdena welatê min biçirînin
Tiliyên şewitî ji hûnandina
Keziyên azadiyê
Goştê bêjeyên zimanê gunehkaran
Bi diranên jana dîmenên tolhildanê
Roj bi roj tarûmar dibe
Pêlên azadiyê sermest dixwazin
Di nava pêlû û bijankan de avjenî bikin
Refên çivîkên ezmanên daristanan
Ser bejna narîn û dilsozan dihejîne
Li ber lîlava awazê dildaran
Ser kevala welatê dilbirîn
Çemê daristanên buhara diherikî
Ji xemla Xanê, Nêrgiz û Hêlînan
Diherikî giyana gelemperiya Kurdistanê
Vegotin bi qetran dinuqutîn ser ziman
Rastî bê çek diman lê tehlbûn
Xezeba lehiya tofanê
Mejiyê mirovan dixwar
Bê navber Dixwest
Singa gund û bajaran daxbide
Ji kîna dojeha nûkeriya xwînxwar
Bi sehwa ku şahî diteriqandin
Li ber senfoniya cengê
Lê keskesora welatê min
Bi zereqa tavê re
Li her deverî dibû mêvan
DÎMENEK
Her kêlî di nava pêlên şevê de
Dema peyv li pênûsê digere
Wê demê veristina hizir û hestan
Dixwaze qeyd û bendan biçirîne
Ser senfoniya tevnê bêdengiyê
Û li ber dengê dilê te
Di cenga mirin û jiyanê de
Ser guliyên baranê lêdida
Wê gavê silavên min
Bi ronahiya hîvê re
Li her deverî dibûne mêvan
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 66’an de hatine weşandin 15.8.2017