Xuya dike ku hemî aliyên şer di Sûryayê de bawer in ku çareserî bo armancan û bidawîanîna kirîzê tenê raman û şêweya firehkirina şer û pevçûnan e, da ku hin bi ser kevin û hinên din jî bişikin.
Bi tenê li Rojavayî Kurdistanê Kurd bervedêr in û di heman demê de xwedanê biryara mayîna dewleta Sûrî di mercên demoqrasî de ne, her wiha pêkanîna mafê gelê Kurd li ser erdnîgariya Kurdistanê ya girêdayî dewleta Sûrî di mercên li hevkirineke siyasî û rêkeftineke destûrî de.
Li ser van bîr û baweriyan, ji rojên pêşî de Kurd tevlî Şoreşa Sûrî bûn çaxê hemî kes daketin kolanan ,deng ji bona rumet û azadiyê hildidan û pirsa mezin ta aniha ew e ku dê Sûrî di paşeroja xwe de bi çi tewerê bête birêvebirin?
Heger em li rûbera şer û pêkdadanan meyze bikin û hewla şîrovedayînê bidin, em ê bibînin ku gelek alî û hêzên herêmê û yên sereke ku xwedî bandor in di siyaseta navnetewî de, tevlî gêra perçqandin û kuştinê di Sûrî de bûne.
Her yek ji wan bi serê tayekî girtiye û di serê din de ji heman tayî alaveke kelepçekirî heye girêdaye , li gor xwesteka xwe dilebitîne , û dibe cihê mixabiniyê ku ew alava girêdayî bi dawiya ta ve bi xwe Sûrî ye hatiye kirîn û firotin da ku welatê xwe biherifîne , perçe bike.
Li ser van nirxandinan em dikarin bêjin ku Rêjîma Sûrî û hevalbendên wê li ser pîlan û pîvanine zîz û hişyardayî kar û barên xwe bi rê ve birin, da ku navê şoreşê ji ser bûyeran hilîne, bide xuyanîkirin qaşo tiştê çêdibe milmilandineke tîreyî û mezhebî ye; ne daxwaza azadî û guhertinê ye, lewma sînor hatin vekirin da ku rêxistinên terorîst û Islamiyên tundrew derbasî nava welat bibin û di encamê de miletê Sûrî hat êşandin û bi ser Koçberiyê de hat dehfdan ta radeya guhertina dîmografî ,valakirina bajar û gundan, li ber çavên tevan e, gel û dewletên dunyayê bêyî ku hest berpirsysriya kesî bilive da ku bêjin na.
Di van galgal û delîveyan de doza Kurd wekî çawa ji dema sed salî ve amade ye, hatiye binçavkirin û di bin hewlên gelê K\urd û tevgera wî ya siyasî de xwe davêje rojeva bûyeran, ji ber ku di rûbera qada welatê Sûrî ya siyasî de dema doza çareseriya siyasî tê guftûgokirin mijara çarenûsa gelê Kurd dikeve beramberî hemiyan , mijareke neteweyî û rastiyeke dîrokî ye, heger li ser bingehên saxlem, rasteqîne û aştiyane neyê bicîanîn ; wê nexşeya Sûryê hêmin nebe.
Li vê derê û berovajî hemî hêvî û pêşbîniyên ji hêla Kurdan ve, me dît ku piraniya aliyên Rikberiya Sûrî xwedê giravî ji qewmeciyan ta lîbral û radîkalan, heyanî qaşo dîmoqratan di dijayetiya mafê gelê Kurd de bûne hevparê Ixwan û Be’siyan, û berê hêzên xwe yî leşkerî dane bajarên Kurdan û ji Serê Kaniyê pîlan dest pê kir, ew jî di bin çavdêrî û palpiştiya dijminê Kurda de , di serîDewleta Tirk bi mebesta rêgirtinê li pêşiya ku Kurd tu maf û qezencan wernegirin , nemaze çaxê ku Kurdan li berxwedan û êrîşê hatin şikandin mixabin ew êrîşên bi navê Artêşa Azad ku cihê omîda guhertinê di destpêka Şoreşa gelê Suryê de bû, û bi vî hawî tirazû û têgih hatin guhertin û di heman demê de mebest û armanc jî hatin zelalkirin, bi teybtî gava hêzên Kurdî bi YPG û YPJ pêş ketin , serkeftin bi dest xistin û coxrafiya di bin destê xwe de fireh kirin û bûn hevparê hevalbendên bereya şerê dijî terorê, nemaze Emerîka û hevkariya di navbera wan û Kurdan de.
Di şerê ku her roj di rûyê DA’İŞ’ê de tê birêvebirin, çek û teqemeniyên ku ji hêzên Kurdî re hat diyarkirin, çi li Rojava û çi li Başûrê Kurdistanê ev têkilî û rêkeftinên ku hatin girêdan heger were xuyakirin ku demkî ne, diyar e ji bo hemî aliyan çi Kurd û çi Emrîkî bin, dibe ku nerîneke istratecîk di hundirê xwe de vedihewîne û di vî warî de ez ne bawer im ku hêzeke weke Emerîka bi hemî pêkarînên xwe ve derbasî Sûryê bibe ,cihê xwe di herêmên Kurdan de çêbike ,balefirgehên leşkerî û baregehan ava bike û di dawî de pişta xwe bide herêmê , ev ne tişteki jîwerî ye ji ber gelek sedeman yek ji wan, giringiya heremê ya ekonomî, petrol û xaza suriştî, ya din ew e ku herêma kirîzê dikeve kêleka Israyîl û Kendava Erebî, her wiha çawaniya bikaranîna mijarê weke zext û mertal di rûyê Îranê de.
Sedema din ew e ku miletê Kurd êdî nema dagirkeriyê dipejirîne û dikare hinek pelik û alava bi dest bêxe, bi wateya ku her kes gihaye baweriyê ku Kurd wê bibin dewlet û pêşbîn dibe ku ev dewlet dîmoqratî, xwedî rol û bandor be di hevteraziwa Rojhilata Navîn de, ji hêleke din ve coxrafiya herêmên Kurdî û giringiya wan di nexşeyên leşkerî de ,nexasim liv û tevgera Rûsya û Îran di hêla leşkerî de û hewldanên wan da ku dest deynin ser hemî tiştî û weke xwe çareseriyê binivîsînin bo berjewendiyên xwe, lewma em dikarin bibêjin ku şerê li rojava diqewime tirsa xwe êxistiye hinavê hemî aliyên neyar ji Kurdan re û gomana wan ew e ku ezmûna herêma Kurdistana Başûr dûbare bibe.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 66’an de hatiye weşandin 15.8.2017