Çi dema ku Hêzên Sûryaya Demoqrtîk di şerê xwe de li hember çekdarên Rêxisitna DA’İŞ’ê bajarek kontrol dikir, li gel karê leşkerî karekî sivîl jî dihate kirin, çi ji aliyê bijîşkî an hawarçûnê ve be, an jî damezirandina encumen û desteyên sivîl ku rewşa wan bajaran bi rê ve dibirin be.
Mînaka li ser vê yekê jî encumenên Girê Spî û Minbicê, û karê dema dawî li Tebqayê ye.
Lê dibe ku mijara rizgarkirina Reqayê ji çekdarên DA’İŞ’ê re mijareke ciyawaz be, çimkî ew paytexta “Xîlafeta” dewleta DA’İŞ’ê ye, û pir aliyan xwestin ku para wan di bajêr û operesyonên rizgarkirina wê de hebe.
Li bajarê Eyn Îsayê yê gundewarê Reqayê, Encumena Reqayê ya Sivîl ji hejmareke kesayetiyên navdar û xwedî giranî di nava civaka deverê de hate damezirandin; mîna her car şepêleke nerazîbûn û dijberiya vê encûmenê çêbû, nexasim di nav refên Rikberiya Sûrî ya li Turkyayê û derveyî Sûryê de, digotin ku ev encumen nûnertiya pêkhateyên Reqayê nake, ew ji aliyê Hêzên Sûryaya Demoqratîk ve hatiye danîn û îdyolojiyeke taybet dimeşîne, her wiha hikûmeta Demkî ya ser bi Rikberiya Sûrî ve li Rihaya bakurê Kurdistanê encumenek li hember Encumena hundir ragihand.
Ev hewldanên Rikeriyê bi armanca dûrxistina Encûmena hundir bûn, lê tiştê ciyawaz di vê qunaxê de, ku vê carê Emerîkayê piştgiriya xwe bi awayekî eşkere bo Encumena hundir ragihand, û bi taybet dema ku Nûnerê Serokê Emerîkî “Donald Tramp” bo Hevpeymana Navneteweyî ya Dijî DA’İŞ’ê ”Bêrt Makirgog” seredana deverê kir û li gel serkêşiya Encumenê civiya, piştgiriya welatê xwe bo wê ragihand; vê yekê bersivdayîneke redkirin û nerazîbûnê li cem Rikberiyê û hêzên piştgiriya wê dikin çêkir, û fişar li Emerîkayê bû da ku ji biryara xwe vegere.
Lê tişta di her du hefteyên bûrî de çêbû, dema ku şandeyeke fermî ji Wezareta Karê Derve ya Emerîkî bi awayekî yekser berê xwe da Rojava û çû gundewarê Reqayê da ku bi Encumena Reqayê re bicive, û şûn ve berhemên civînê ragihandin, û li ser baweriya Emerîka bi Encumena Reqayê ya Sivîl tekez kir, ev yek wateya wê ew e ku vê carê dê rêvebiriya Reqayê di destên Encumena wê ya Sivîl de be, ku ew ji kesên li hundirê welat mane pêk tê, û Emerîka çend caran li ser vê yekê tekez kir, ku ew ê pala kesên li hundirê welat dijîn bigire, çimkî ew rewşa civakê bêhtir nas dikin.
Tekez dê hêzên ku dijberiya HSD’ê dikin ne razî bin, lê ya dinî tekezbûyî ku Emerîka jî awayê karê xwe li Sûryayê guherîye, û êdî Emerîka piştî Tramp ne mîna Emrîka berî wî be, û dê siyaseta wê hişktir be, û veger ji briyaran çênabe.
Eger mirov xweşik movikên mijarê sîrove bike, dê bighêje rastiyekê ku kar û xebata sivîl li Rojava û bakurê Sûryê girîngiya wê ne kêmî kar û xebata leşkerî ye, û divê karekî rast bo vê yekê bibe, da ku nimûneya Reqayê bibe nimûneyeke Sûrî û civaka Rojava û bakurê Sûryê li ser dora xwe bêhtir vebe.
Her wiha berpirsyariya Rêveberiya Xweser jî girantir kir, ku ew êdî berê xwe bêhtir bide civakê, kirîzên polîtîk li deverên jêr kontrola xwe çareser bike, û rêjeya pinpêkirinên mafên mirovan jî kêm bibe, da bighêje asteke ku ew binpêkirin nemînin, û hemî desteyên wê çalak bibin, û derî ji hevpariya polîtîk a rasteqîn bi hemî hêzan re veke, û ew xwe nebîne himberek ji van hêzan re, da ku deriyê azadiya nerîn, kar û çalakiyên polîtîk bêhtir vebe.
Ezmûna Encumena Reqayê divê Rêveberî sûdeyê jê bigire û destê xwe bo hemî hêzan di hundirê Rojava de jî dirêj bike, çimkî di dema niha de devera herî pişt pê tê girêdan ku bibe bingehek bo Sûryaya siberojê ew Rojava ye, ku tevî hemî kêmasiyan li hember deverên din li Sûryê bêhtir amade ye, û nimûneyeke pêşketî ji rêveberiya deveran re ye.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 66’an de hatiye weşandin 15.8.2017