Bûyerpress
Sekreterê Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûryê Mihyedîn Şêx Alî ragihand ku xelkên Efrînê û partiya wî li milê YPGê disekinin û dijberiya êrîşên Turkyê dikin.
Di hevpeyvîneke xwe de li bernameya Hevpeyvîna Berpirsekî ku di Bûyer fm de tê weşandin, Şêx Alî got ku tu hebûna rêjîma Sûrî di Efrînê de tune, lê herî dawî jî çareserkirina doza Kurdî dê li Şamê be.
Der barê Referanduma Başûrê Kurdistanê, Şêx Alî got ku ew rêzê ji biryara gelê Herêmê re digire û dibe ku Mele Bextiyar an jî Hoşyar Zêbarî bibe nûnerê Dewleta Kurdî li Netweyên Yekbûyî.