Bûyerpress
Nivîsgeha Tawanên Rêxistinkirî (Cerîme Munzeme) a girêdayî Hêzên Asayîşa Serê Kaniyê, ragihand ku wê komikeke ku ji 5 kesan pêk tê desteser kir, ew jî bi tawana diziya mal û dikanan.
Li gorî malpera fermî ya Hezên Asayîşa Rojava, ji bilî komika dizan, asayîşan komikeke din jî bi tawana sextekirin û tezwîra belgeyan desteser kiriye.
Li gorî heman jêderê, aniha kesên girtî ji bo lêpirsînê hatine veguhastin.