Bûyerpress
Li eniyên başûr û bakurê bajarê Reqayê şer û pevçûn di navbera HSD’ê û DAİŞê de didomin.
Li taxa Rewda ku dikeve başûrê bajêr, çekdarên DAİŞê êrîşî xalên kontrolkirî yên HSD’ê kirin û ji aliyê xwe ve HSDê bersiv da û karî êrîşê têk bibe.
Ji aliyeke din ve Li taxa Nehda ku dikeve bakurê bajêr, şerekî dijwar rû da û ji encamê de 11 çekdar hatin kuştin û çend xalên stratejîk hatin kontrolkirin.












































