Bûyerpress
Sewokwezîrê Israyîlî Binyamîn Netînyaho got ku ew ê kar li ser wê yekê bike ku ofîsên Kenala Elcezîrê li Qudsê bide girtin, ji ber ku ew kenal dubendiyê gur dike û daxwaza tundekariyê dike, li gorî ku Netînyaho got.
Netînyaho duh Çarşemê li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê da xuyakirin ku Tora Elcezîrê di gurkirina fitneyê de li ser Çiyayê Heykel berdewam e.
Her wiha Netînyaho tekez kir ku wî ji aliyên têkildar li Îsrayîlê xwestiye ku Tora Elcezîrê bidin rawestandin, û got ku ew ê her li ser vê yekê kar bike.