Bûyerpress
Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûryê (ENKS) duh Yekşemê li bajarê Qamişlo, soz da ku eger girtiyên wê yên siyasî neyên berdan, ew ê li hundir, Herêma Kurdistanê û Ewropayê xwepêşandanan li dar bixe.
Di kongreyeke rojnamevanî de ku serkirdeyên ENKS’ê Fesla Yûsiv, Beşar Emîn û Husam Emîn tê de amade bûn, ENKS’ê bang li hemî rêxistinên mafnasî yên navdewletî kir ku guvaşekê li PYD’ê bikin da ku endamên wan werin berdan.
Ji beriya aniha Hêzên Ewlehiya Hundirîn(Asayîş) hejmarek ji endamên ENKS’ê girtibûn, birek ji wan hatin berdan û hin ji wan hîn girtî ne.