Bûyerpress_Dengê Emerîka
Hin pêşkêşvanên jin ên navdar li Radyoya Birêtanî BBC, duh yekşemê daxwaz ji rêvebirê Radyo kir ku “niha bilive “û cudahiya di navbera mûçeyên karmendên jin û mêr de derbibire.
Li gor wan, pereyên ku Radyo dide baştirîn stêrê mêr, pênc caran bêhtir e ji yên ku baştirîn jin werdigre.
BBC, heftane digihe 95 % ji welatiyên gihîştî yên Birêtanya û li ser asta cîhanê 372 milyon kes wê dişopînin, rastî taqîkirinên giran tê li dor xerckirinê. Dahata wê ji bacên ku temeşevanên wê didin tê.
Karmendên wê yên weşana zindî bi kêmanî 150 hezar Pound (195,555 dolar) werdigrin ku jimara wan 96 kes e û du par ji wan mêr in, piraniya wan pereyan bêhtirî hevkarên xwe yên jin di heman karî werdigrin.
Bêhtirî 40 jinî di nameyekê de ji bo rêvebirê giştî Tony Hall got:












































