Cîgirê rêvebirê sernivîsê li Toreya Welatî Net di axaftinekê li ser TViya Rûdaw de li ser sedem û rewşên binçavkirina wî ji hêla Asayîşa Dêrikê ve got: (Ew bi min re pir rêzdar bûn).
Malva tekez kir ku ew ʺ Rastî îhane, gotinên nebaş û işkenceyan nehatiyeʺ, lê wî da xuyan ku ʺ Ti sedem yan berpêk ji girtina min re nedan tevî min bêhtirî carekê ji wan pirs kirʺ.
Malva roja şemiyê li ser rêbenda gundê Xana Serê li bajarê Dêrikê hatibû girtin, li gor ʺToreya Welatîʺ Malva bi tawana acizkirina Asayîş û YPG hate girtin û piştî heşt demjimêran derengî şevê hate berdan.