Bûyerpress
Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava, daxwaz ji Asayîşa Herêma Kurdistanê kir ku Şêrwan Ibrahîm radestî wan bikin ku aniha li Hewlêrê rûdine.
Li gorî daxuyaniya Asayîşa Rojava, Şêrwan Ibrahîm pere daye hin kesan û wan kesan jî Şêwekarê bi navê Îsam Ibrahîm ku karmendê Kenala Ronahî ye, revandine û lê xistine.
Asayîşê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku ew ê di demeke nêzîk de raporeke vîdyoyî belav bike, ku tê de hemî lêpirsîn bi zelalî dê were pêşandan.