Bûyerpress
Polîsên Navnetewî (Interpol), lîsteyek belav kir tê de navên 173 terorîstîn DA’İŞ’ê hebûn, ew jî hatine rahênan ji bo ku êrîşên xwekujî li parzemîna Ewropayê pîk bînin.
Rojnameya Gardyan a Birîtanî ragihand ku Interpolê daye zanîn ku , wê agahî ji Istixbarata Emerîkî girtine û navên wan xwekujan destnîşan kiriye.
Welatên Ewropî pêşbîn dikin ku piştî têkçûna DA’İŞ’ê li Sûrî û Iraqê, metirsiya pîkanîna êrîşên xwekujî li Ewropayê pir zêde bûye.