Jêderekê ji ofîsa serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî ragihand, kurê serokwezîrê wî welatî Ehmed Malikî, û malbata xwe, bi balafira serokwezîriyê Îraq bi cih hîşt û çû Emerîka.
Ji ber ku şerê taîfî li Îraqê berfireh dibe û çekdarên DAIŞ destelata xwe li Îraqê xurtir dikin û her demê malbata Malikî ji xwe re kirine hedef, tirsa Malikî ewe ku DAIŞ û çekdarên rêxistinên Sunne yên din ziyanekê bigihînin zarokên wî, ji ber vê yekê riya Emerîka ji wan re vekir û ew ji Îraqê bi dûr xistin.
Hinek jêder dibêjin ku bi ihtîmaleke mezin Nûrî Malikî bi xwe jî Îraqê bi cih bihêle, yan biçe Emerîka yan jî Îran.
Li aliyekî di di ofîsa Malikî de nakokî zêde bûne û pevçûn di navbera zavayê Malikî û berpirsiyarê ofîsa wî Tariq Necim de derketiye.
Jêder: AVESTA KURD