Bûyerpress
Li gundê Menacîr ê girêdayî bajarokê Til Temirê, teqînek rûda û ji encamê 2 endamên Asayîşê û 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Asayîşa Rojava raghand ku duh bi şev demjimêr 11:30 li ser rêbenda kontrolê ya gundê Menacîr teqînek rûda, ew teqîn jî bi rêya erebeyeke Toyota ya bombebarkirî pêk hat.
Benda kontrolê ya gundê Menacîr 25 KM’an dikeve rojavayê bajarokê Til Temirê.