Gava mirov nêzî nivîsandina li ser Efrînê dibe, ew di kolanên seyrbûnê de dimîne, gav li pey gavê sêwî dimîne ji ber ku kişwera bedewiyê dergehan li ser piştê vedike.
Bi 60 k.m li bakurê bajarê Helebê dikeve, rûbera wê bi firehiya 2033 KM’ên çargoşe ye.
Li gorî jêderên dîrokî, Efrîn di destpêka sedsala borî de, di sala 1923’an de, û hin jî dibêjin di sala 1925’an de li ser destên Firansa, bi avakirina eywana SERÊ Efrîna me di hemêza siruşteke bêteşe de, gavên yekemîn ber bi jiyanê ve avêtine.
Efrîn mînakeke zindî ye, aliyekî ji seykolojiya keseyata Kurd dide nîşan, ji ber gelê Kurd her timî bi sirt, gir û pozên çiyan re dost e, her wekî li Efrînê jî xanîk û kolanên kevnar ên Kurdan bi serhişkî hilkişîne ser girê Efrînê, girê ku ji sedên salan ve ji xulxula çêm zengilê stûyê şevan lê dide.
Li derdora vê xanimê, di heman demsalan de pir deşt dinalin, piraniya deştên fireh ber bi navçeya Cindirêsê ve li aliyê rojava dikevin, lê bakurê Efrînê wargehê çiyan e, tenê em rastî du deştên teng tên; di ber çemê Reş de di bin pepilên Emenos de, roj di nava zeviyên kulîlka bevero de giloka deziyê zer li kelmên palûtê digerîne.
Wek civakeke çandinî ew deşt bi pir cureyên çandinê têne xemilandin.
Bê guman Efrîn bûye sembola çandina darên zeytûnan, bi milyonan cî li pir deveran standine nemaze li Reco, ew li pesar û avrazan tên çandin û bi şêweyekî kevnar tên ajotin, ango bi dewêr.
Lê em nikarin zeviyên hinaran paşguh bikin, bi taybatî li havîngeha Bsûtê ya di bin baskên çiyayê LÊLÛN de cî girtiye, çandina gênim, nok , nîsk û pir tiştên din jî li herêmê tên dîtin.
Sêsed û şêst û çar 364 gundên Efrînê li pesar û pozê çiyan, sirûdan kesk dixwînin.
Hêjayî gotinê ye em bibêjin ku Efrîn ji heft navçeyan pêk tê, ew jî ev in:
Şera. Şiyê, Mabeta, Bilbilê, Reco û Cindirêsê.
Û bajarê Efrînê bi xwe jî navçeya heftê ye, û rêvebira gundên hawîdorê ye.
Efrîn wek hemû bajarên Kurdistanê dewlemend e, bi şopewarên wek Şikefta Duderya, Kela Se’anê , Pûtxaneya Endarê ya bi nav û deng û pir cihên din.
Navê bajêr ji navê çêm hatiye girtin.
Di pirtûka bi navê “Çiyayê Kurmênc” de ku Dr. Mihemed Ebdo Elî nivîsiye, ew pir li ser navê Efrînê sekiniye, bi firehî lê kolaye û haniye ber çavan ku çendî navê Efrînê di dîroka kevnar de hatiye nivîsandin jî, lê ne bi şêweyê ku em niha bi lêv dikin.
Ez ê ji xwendevanên hêja re li ser riçên navekî bisekinim.
Doktorê hêja di cihekî de dike du perçe
Beşê yekem av e, yê diwem jî riwîn e ango (avriwîn) wateya riwîn bi zimanê Kurdî sor e.
Ji ber ku rengê ava çêm sor dibe, nemaze di dêmên avrabûnê bi heza pêlên xwe re xaka kenar û qadên hawîdorê rêş dike, û di dawiya geştê de tev çemê Reş di gola Hemqê de çoşa welêt dijene.
Di bîst salên dawî de ev çelenga Kurd tevgereke aborî, bazirganiyeke bihêz û alîkariya welatiyên xwe dîtiye.
Tevî ku di siha qeyrana Sûryê de ew ket bin dorpêçkirineke zordar û mezin, lê şervana gewre ji rikberiya mezinbûn û pêşketinê nema ber bi nûjûn û hevdemiyê dibeze, rojane bi gavine xort û ciwan mezin dibe.
Bi qaserî ku tê bîra min di bin kumê kajê de raketiye, bîrêkirin jî, memikên coşê dimijîne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 65′an de hatiye weşandin 15.7.2017