Bûyerpress
Di vê dema dawî de dîmenek li ser torên medyaya civakî belav bû ku tê de 2 çekdaran dîlekî DA’İŞê dikuşt û digotin em endamên YPG’ê ne.
Di barê heman mijarê de Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê daxuyaniyek da û tê de hat ku ew dîmen biguman in,û tu caran hêzên wan tiştên wisa nakin.
Her wiha di dawiya daxuyaniya HSD’ê de hat ku ew ê ji bo wî dîmenî jî lêpirsînê bidin vekirin da ku bigihin rastiya wê.