Bûyerpress
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP’ê) yê Wanê Adem Geverî dema ku li Enqerê diçû konê sersaxiyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Geverî bi bihaneya ku li Şirnexê der heqê wî de doz hatiye vekirin, ji hêla polîsên Turkyê ve hat desteserkirin.
Hêjayî gotinê ye ku bi dehan ji endamên HDP’ê di zindanên Turkyê de girtî ne, û hîn jî girtina wan berdewam e.