Bûyerpress
Artêşa Tirkyê, gundên Qestel Cindo û Qetma yên navçeya Şera, topbaran dike.
Dezgehên ragihandinê yên xwecihî ragihand ku artêşa Turkyê ji milê Kilisa Turkyê ve, gundên Qestel Cindo û Qetma, topbaran dike. Her wiha çend top jî li navend bajarê Efrînê ketine.
Ji encama topbaranê hejmareke nediyar ji welatiyan birîndar bûne, û agir jî bi çend zeviyan ketiye.