Bûyerpress
Di dema îroyîn de û li gelek deverên cîhanê, nemaze li Rojhilata Navîn asta bêkarî û betaliyê her ber bi zêdebûnê ve ye.
Bê guman kesên bêkar jî dê di bêhnvedaneke domdar de bê liv û qelaq bimînin, gelo ev bêhnvedan û karnekirina dûr û dirêj dê bandoreke wê ya neyênî li ser tenduristiya mirovan hebe yan na?
Birek ji lêkolînerên tenduristî gihane encamekê ku bêhnvedanên dirêj û bêkarî, bandoreke wê ya neyînî li ser tenduristiya beden û hişê mirovan heye.
Li gorî zanyarên Birîtanî “Bêhnvedan û betlaneyên dirêj û domdar, û xwedirêjkirina herdemî, dibe ku nexweşiyên metirsîdar ji xwediyê xwe re bîne, wekî mirina zûdem; ji ber ku bazûyên mirovan sist dibin û rêjeya bezî di laş de pir dibe.”
Ji aliyê xwe ve zanyarên Zanîngeha Irlengin a Elmanî tekez kir ku di bêhnvedanên dirêj de çalakiya mejî kêm dibe, û dê karînên têgihiştinê jî li nik mirov pûç bibin.
Her wiha zanyarên Elmanî bal kişand ser wê yekê ku razana dirêj(Ku zêdetir ji 9 demjimêran) bandoreke neyînî li temamî tenduristiya mirovî dike.
Werger û Jinûveamadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan