Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî duh Sêşemê û piştî civîna xwe ya li gel Serokê Herêma Flanderza Belcîkî, ragihand ku berpirsyarên Belcîkayê ji bo rêkirina komîteyeke şopandina referandoma Kurdistanê her amade ye.
Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Flanderz got ku eger Kurdan pêngava serxwebûnê hilbijart, dive ku em bipejirînin û rêzê ji biryara gelê Kurdistanê re bigirin.