Bûyerpress
Hêzên Asayîşa Rojava li Kantona Efrînê der barê metirsiya topbarana Turkyê û rûdanên vê dawiyê, daxuyaniyek da û tê de hejmarek ji bend û bergirîyan destnîşan kir.
Bend û biryarên Asayîşê jî wiha ne:
* Hemû rêyên ku diçin Efrînê, vekirî ne.
* Piştî pêrabûnên guncaw yên ewlehî, koçber dikarin derbasî Kantonê bibin.
* Divê otombîlên mezin derbasî Kantonê nebin.
* Erebeyên ku li Kantonê digerin, divê ku tabloya xwe ji Gerînendeya Guhestinê ya Kantonê wer girtibe.
* Divê welatiyên ku ji derveyî Kantonê ne û koçber in,ji bêyî belge li Kantonê negerin.