Bûyerpress
Hêzên Ewlehiya Hundirîn( Asayîşa Rojava) îro Yekşemê li Kantona Efrînê, hejmareke mezin ji berik û bumbeyan desteser kir, ew jî di 2 kamyonan de li ser rêya Idlibê hat vedîtin.
Li gorî Malpera Fermî ya Asayîşa Rojava, berpirsên Asayîşê ragihand ku her du kamyon li ser rêya Idlibê hatin girtin û piştî lêpirsîna bi ajokarên kamyonan re hat zanîn ku ew berik û bumbe dê biçûna bajarê Ezazê, da barê xwe radestî çekdarên rikberiyê bikirana.
Her wiha Hêzên Asayîşê ragihand ku ew bar, ji 500 qutî berikên Doşkaya 14.5, 23 bumbeyên teqîner, 2 Doşkayên 23 û 3 namlûyên Bêksiyê pêk dihat.