Bûyerpress
Bajarê Dêrikê di demeke bihurî de, hin astengiyên kehrebeyê dikêşan, ji ber enefeyeke navenda Siwêdiyê xera bûbû û êdî hew bi kar dihat, li gorî karbidestên Desteya Wizeyê, êdî karên çakirinê bi dawî dibe û ew pirsgirêk dê çareser bibe.
Endezyarê Desteya Wizeyê Li Kantona Cizîrê Mehmûd Mehmûd got ku ew enefe ji ber ku av nediherikî serê sekinîbû, her wiha Mehmûd got ku ev 3 roj in em pê ve ne, û dê îro karê wê bi dawî bibe û li devera Dêrikê kehrebe vegere wekî berê.