Bûyerpress
Bi serkariya Beşê Teknîkî li Şaredariya Gel a Bajarê Amûdê, îro helmeta raxistina zivtê li cadeyên sereke yên bajarê Amûdê, dest pê bû.
Piştî temamkirina qonaxa çakirin û pînekirina wan rêyan, îro Şaredariya Amûdê dest bi raxistina madeya zivtê dike û li gorî pîlana wan, dê ji rêbenda rojhilarê bajêr ta bi gundê Buhêra yê li ser rêya Dirbêsiyê zivt were raxistin.
Biryar pê heye ku ev helmet 3 mehan dom bike.