Bûerpress
Jêderekî ji Rêvebirgeha Serokê Emerîkayê Donald Tramp duh Înê ragihand ku Koçka Sipî strateciya xwe der barê Sûryayê guhertiye, anku dê strateciya nû rakirina Esed ji desthilatdariyê venehewîne, her wiha pêşbînî heye ku Emerîka hevkariyeke cidî ji hemî aliyan ve bi Rûsyayê re bike.
Jêdera navbihurî ji rojnameya Dêlî Pêst re da xuyakirin ku di çarçoveya pîlana Emerîkî ya nû de, dê rikberî ji pêşniyarên Rûsyayê re der barê Deverên Kêmirina Şer li Sûryayê dernekevin.
Rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku Emerîka naxwaze heremên ku ji rêxistina DA’İŞê hatîn rizgarkirin radestî rêjîma Sûrî bike, û dê wan deveran li jêr serdestiya Hêzên Sûryaya Demoqratîk de bihêle.
.