Bûyerpress_Dengê Emerîka
Di hevpeyvîneke taybet de li gel ajansa Royterzê, roja Çarşemê Sîpan Hemo berpirsê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê got ku, Artêşa Turkî hêzên xwe li nêzîk herêmên Kurdan, li bakurê rojavayê Sûryayê kom kirine, ev tê wateya ku Turkyê “Şer li dij hêzên wan ragihandiye” , û nêzîk dê artêşa Turkyê êrişî herêmê bike, ev dê bibe sedema şerekî rasteqîne, weke Hemo dibêje.
Her wiha Hemo dibêje, amadekariyên artêşa Turkyayê gihane asta ragihandina cengê, lê “Em li hember vê dijminkariyê bêdeng namînin”.












































