Bûyerpress_Diyarname
Kanaleke din a Kurdî li bi navê Aryen TV vebû.
Li gor agahiyên hatin belavkirin Aryen TV dê bi Kurdî û Farisî weşanê bike, bi taybetî jî bûyer û nûçeyên li ser Kurdistanê û li ser Îranê biweşîne.
Navenda Aryen TV li paytexta Swêdê Stokholmê ye. Bi zimanê kurdî û zimanê farisî li ser satalayta Hotbird û Nîlsatê weşanê dike.
Dê di Aryen TV de bernameyên siyasî, çandî, hunerî û gelek bernameyên din werin pêşkêşkirin.