Bûyerpress
Li Kantona Efrînê, topbaran Artêşa Turkyayê li gel hêzên girêdayî wê li ser deverê berdewam e.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku ji encama wê topbaranê, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kesên din jî birîndar bûn.
Artêşa Turkyayê jî, ji aliyê xwe ve daxuyaniyek da û tê de ragihand ku êrîşên wan wekî bersivdayînan e, û fermandarê YPG’ê li Kantona Efrînê Berxwedan Mehmûd got ku Turkî rastiyan serûbin dike.