Bûyepress
Piştî derxistina biryarekê ku hemî peymangehên dewreyan ên taybet werin girtin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Kantona Cizîrê duh Yekşemê biryar da ku dewreyên bêpere ji xwendekaran re werin vekirin.
Semîra Hac Elî ku Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ye, ji Bûyerpress re da xuyakirin ku Yekîtiya Mamosteyan amadekariyên xwe dikin da ku dewreyên bêpere ji xwendekarên bekeloryayê re vekin.
Her wiha Hac Elî got ku 6 navend ji bo van dewreyan li Qamişlo hatine destnîşankirin, û dê li hemî bajar û bajarokên Kantona Cizîrê, ev dewre ji xwendekarên bekelorya yên sala 2017.2018 re werin vekirin.