Bûyerpress_Dengê Emerîka
Banka Navendî ya Sûrî duh Yekşemê ragihand ku ew ê peleke nû ya pereyên Sûrî bi nirxê 2000 Lîre daxe bazarê ku wêneya serokê rêjîma Sûryê Beşar Esed li ser e.
Ev cara yekem e, ku wêneya Beşar li ser pereyên Sûrî tê çapkirin.
Berê, tenê wêneyên cihên dîrokî û serokê berê Hafiz Esed li ser pereyên Sûrî cih digirtin.
Parêzgarê Banka Navendî Durêd Dirxam got ku ev pelên nû dê derbasî nav bazaran bibin û dê bi pelên berê yên li nav bazarê heyî, bên veguhestin.