Dilê Tiliyan
Dilê tiliyên min
Avzêm dibe
Di dema germî û
sermayê de
Bêriya silava
destê te kirye.
Lerzandina Dil
Niknika baranê
Li pencerê di wê şevê de
Tevlî çikçika tiliyên te dibû
Tiketika larzandinê
Dîlana Koçerî û Botanî
Li ser ritma dil
Geştir dikir û bi tevzînokên bahozê re
Tevizandina kenê me
Bi hêz û bizav dibû
Belê
Barana dil
Mîna sirûşta xakê
Rengereng dibe
Piyama dilovaniyê
Dirêse û belav dike
Dibêje
Dil xweze ye
Xweze dilê evîniyê
Narîn Umer, nivîskar û helbestvana Kurd e.
Di sala 1967’an de li Dêrika rojavayê Kurdistanê ji dayîka bûye.
Xwendina xwe ya seretayê, amadehî û navendî li dibistanên Dêrikê qedandiye, paşê li Zanîngeha Şamê (Wêjeya Erebî) xwend, û di sala 1995’an de xwendina xwe bi dawî kir û der çû…
Ferheng
Ma raste
Dema min
Nehatiye
Ku tu navê min
Bi dirustî di nav
Dilê rûpelên xwe de
Bikolî !!??
Helbest
Berhemên
Ramangehên te
Hasten sazvanan miştin
Aramî û samanî
Lewra..
Sazbendên Cîhanê
Bi tevayî
Navê te
Li ser rengê
Sirûştê
Diçînin.
Narîn Umer ji jinên pêşeng e li Rojava ku dest bi nivîsandina bi zimanê dayîkê kiriye…Helbest,çîrok û romanê dinivîse, û giraniyê dide ronîkirin û belgekirina jiyana navdarên jin ên Kurdan û gelek lêkolîn û nivês di vî barî de belav kirine.
Nan
Nan bêriya
Henasên diya min
Di tenûra taxa me de
Dike û
Min
Bêriya nanê
Bi şekir û rûn
Biyanî
Serma Havînê
Bahoza Payîzê
Birûskên Biharê
Ziwabûna Zivistanê
Ew in biyanî.
Dastan
Eger Ehmedê Xanî
Pênûsa hebûna navê xwe
Nekolaba
Li ser eniya mayînê
Wateyên navê te
Dastana min
Bi çi şêweyî wê xwe anîban
Ziman!?
Ji bilî wê jî, Narîn bi daneheva zargotina Kurdî jî xerîk dibe, gelek berhemên wê yên çapkirî û destnivîs jî hene…
Baran
Baran sor e
Çav razayî ne
Ez bê çeng kirim
Wê bihara bê dem.
Pirpirîk
Di xewnan de
Pora min dixwerîne
Tiliyên pirpirîka
Bajarê min.
Dêr
Rojbûn e
Kulîlk vedibin
Bi min re diken
Dêra taxa kevin.
Felaketa Qamişlo
Çi narvîna me t,bêcan î
Ne dil pak û dilovan î
Di dermafên me bê ol î
Tu yî dilmij tû human î
Felaket l,pey felaket tê
Hejarî û perîşanî
Li Qamişlo birîn kûrbûn
li goristan e şehyanî
Sedê malan xirab cih bûn
Siha konan li cih danî
Piçûk û pîr wekî hev çûn
Siwar bûn pêleyên janî
Li hawarên me kerdeng in
Hemî jîndar û cîhanî
Dibêjin kurd ne yek dest in
Ne yek armanc û nîşanî
Dibêjin ew kewa dînin
Li hev nakin tu caranî
Erê kurdno demeyzînin
Nerîna dijminan kanî
Gelê kurdan dibînin ew
Neyarên wa neda, b zanî
Erê kurdno.. Erê kurdno
Felaket tê bişopanî
Leyla Qasim
Leyla Qasim serûk hilda
Gula jînê bi lez gul da
Daristanê çiqil der kir
Dara azadiyê pel da
Derzîdanka kulîka dil
Ayîna dil ji dil dil da
Çavê rizgariyê bel bûn
Gava Leyla me çav kil da
Avrêja hiş xunav wer kir
Kêşa serkeftinê hilda
Înana Kurd bi coş gur bû
Navbirka rastiyê kel da
Keçka Kurdan bi şehnazî
Payabûna xwe zengil da
Dozê deng da bi wê Alê
Xaka Kurdan çi simbil da
Leyla Qasim lehinga pak
Dîrokê bo te rûpel da
Narîn Umer, ji hêla hevgirtin û kombûnên rewşnebîran , çi li ser asta xwecihî be, çi jî li ser asta cîhanî be, bi dehan ji bawername û xelatan wergirtine…
Newroz
Buhar tê pê re tê Avdar
Semadar in kulîlk û dar
Gelê Kurdan bi şêranî
Dixemlînin dilê mestyar
Li benda wê miradên me
Mirada em kirîn navdar
Xetîrên agirî wek ar
Hesinkarê xwedî halan
Bi halanî dikir hawar
Erê kurdno bi şehyanî
Em ê çêkin Welat û war
Ve roja nû helat û hat
Bi Newrozê me kuşt zordar
Wiha Kawa gelê bindest
Ji xewna reş kirin hişyar
Hezar caran em ê bêjin
Bijî Newroz mebesta zar
Erê Kawa lehingê merd
Dimînî simbol u şahyar
Welato
Kenê çavan kenê lêvan
Nerînên dill dikin mêvan
Pevokên xweş bi wan xweş tân
Demarân wate bûn rêvan
Ne poşman im ji vê işqê
Sipasdar im ji van lêvan
Welato her dimînî xweş
Buhişt î tU ez im sêwan
Bimînî war ji bo Kurdan
Tu yî sîber tu yî sêwan
Roj baş
Çaxê te geş bî dayê
Bandor dida dinyayê
Roja te xweş bî babo
Va rojeka nû çêbû
Dayka me ya jêhatî
Tev bûne serpêhatî
Rewşa jiyana dilşad
Peyvê te yên cîvanok
Sing û ber in çav kanî
Helbet tû xemla xanî
Dayê sirûda canî
Istaneya mayînî
Bûyî dilê gerdûnê
rextê me yên ezmûnê
bavê me yê dîtinxweş
Helwest û ramanên rast
Bare giran tê rakî
Yabo tû yî ronak î
Yabo çeleng û pak î
Pînahiya çavan î
Em tirhik in bo wana
Rengîn dikin bistana
Dayîk û bav darşîn in
Herdem bi reng û bîn in
Dema min dest ji wê berda
Belav kir nameya Kurda
Firoka min bilind firda
Li asoyên bilind gerya
Duyem daxwaz dilovanî
Ne mayîna bi hovanî
Yekem daxwaz mirovanî
Hedanîna bi azadî
Bidin doza me guhdanê
Bidin pîvan u dengdanê
Dixwazin em ji cîhanê
Li van mafê me haydar bin
Şeva tarî li gel dada
Zemanê nû bi lez rada
Firoka min li jor bada
Bi aştîxwaziyê serket
Nerînên gel bi dest girtin
Nema bindestî û girtin
Mirovan name wergirtin
Jiyana baş bi dest anîn
Çemê Dicla
Meqamên rengereng tînî
Bi çavên geş dimeyzînî
Kulîlkin jê re rengîn î
Peyalên zer dineqşînî
Tu temtêl î tu raxwîn î
Erê çawa dinerxînî
Bi bircan tê te dengînî
Dibî rêzdar û navîn î
Ji bo dîtna te xwezgîn î
Bi min xweş tê te avînî
Tu yê Xeyda bixeydînî
Tu alav î tu nûjîn î
Kela giryê min dertînî
Bi awazên xwe zengîn î
Ez im Mem can tu yî Zîn î
Dimalim jan û xemgînî
Çemê Decla newa vîn î
Silavên xweş ji kû hatin
Silavên Dêrka Hemko
Meya Indîwerê kef da
Demarên dil semadar in
Buhar zû tê li canê min
Pira Bafid resen text î
Kevanên kevneşop rewş in
Ciwan û kal buharvan in
Ji Xeydayê vexwim avê
Eger çavên te bê coş bin
Bijî Decla çemê jînê
Kenê pêlên te dijwar hat
Tu jî wek min evîndar î
Dibêjî min temenxort im
Bi van peyvan dibim Basûr
Dayê
Gava ji xew radibim ez
Rengê te yê pak dibînim
Lêvên te kêfê dibarin
Tîpên vejînê diçînim
Dengê te yê nerm û sazjîn
Ritma dilî jê dixwînim
Tilyên te hevrîsm e dayê
Ser dêmenê can de tînim
Çavên xwe digrim de razim
Rayên mejî dadgerînim
Yadê buhusta te yan ez
Xwenek buhustî dibînim
Wenda me tarî perês im
Yan ez Emîrê Zemîn im
Çaxê li pêlan disopim
Peyvên te her ez dixwînim
Çîrok û bîrok li bal in
Dîsa bi lez vedgerînim
Dîdargeha şîretan î
Lewra xwe zîrek dibînim
Hestên te ronîfiros in
Konê reşiyê d’birînim
Mesta berê singvexwar im
Şadî me ez xemrevîn im
Ta ez bi serbest binoşim
Saza Zimanan b’firînim
Dîya min î xwes mirov im
Navê te ez pê dimînim.
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 64’an de hatine weşandin 1.7.2017