Bûyerpress
Di serdema Serokê Ferensayê yê nû Îmanwêl Makron de, siyaseta Ferensayê li hember Sûryê diguhere û Serokê Ferensayê dibêje, tu kesekî rewa berdêlê Esed nîne û em çûna Esed nakin mercekî pêşwext ji çareseriyê re.
Di daxuyaniyên xwe de li gel 8 rojnameyên Ewropî Makron got ku Esed dijminê gelê Sûrî ye lê ne dijminê Ferensa ye, û bal kişand ser şerê li dij terorê.