Bûyerpress
Piştî çend salan ji qutbûna rêyên çûn û hatinê di navbera devera Cizîrê û parêzgehên din de, îro Çarşemê demjimêr 6’ê sibehê geşteke rêwiyan ji bajarê Qamişlo bi polmanan ber bi Helebê ve çû.
Hevserokê Gerînendeya Veguhastinê li Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê B. Mihyedîn got ku piştî vegera ewlehiyê li dever û rêyan, û pêwîstiya xelkê bi geştên bejayî, me çûnûhatina polmanan di navbera Cizîr,Kobanê û Minbic de aktîv kir
Geşta polmanan dê ji Qamişlo biçe Hisiça, paşê ji wir biçe Minbicê da ku dewam bike ta bi bajarê Helebê, li gorî ku serokê kampanya Rafîdên a Polmanan da zanîn.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan