Bûyerpress
Hevpeymana Navneteweyî ya li Dij DA’IŞê ku bi serkêşiya Emerîkayê ye, daxuyaniyeke nivîskî belav kir, tê de kuştina olzanê(Muftî) DA’İŞê di derbeyeke asîmanî de li ser bajarokê Meyadînê hat ragihandin.
Daxuyaniya Hevpeymanê da zanîn ku hêzên wan Turkî Elben’elî ku olzanê DA’İŞê bû, di 31’ê Gulana çûyî de kuştiye.
Elben’elî yek ji mîrekên mezin ê DA’İŞê bû û gelek caran tomar û dîmenên wî dihatin belavkirin.