Bûyerpress
Di Çarçoveya Helmeta Rizgarkirina Bajarê Reqayê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk HSD’ê êrîşên rêxistina DA’İŞê li ser her du taxên Elbeyatrê û Elberîd têk birin.
Duh bi şev çekdarên rêxistina DA’İŞê êrîşî her du taxên navborî kirin, û li gorî jêderên hêzên HSD’ê, ji encama wan şer û pevçûnan, bi dehan ji çekdarên rêxistinê hatin kuştin.
Ev êrîşên DA’iŞê jî, piştî kontrolkirina wan taxan ji hêla HSD’ê ve tê, û her rêxistin hewl dide ku wan taxan ji nû ve bi dest xwe ve bîne.