Li gor agahiyan îro Şemiyê, wê Serokomarê Iraqê û Sekreterê Gitşî yê (YNK) Celal Talebanî ji Elmaniyayê vegere Herêma Kurdistanê.
Tê naskirin ku Mam Celal ji 17ê Kanûna sala 2012an ji ber nexweşiyê li Berlînê ye û li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê yê Almanyayê dihat dermankirin, di roja 28.04.2014ê de vîdyoyek belav bû ku tê de Mam Celal li ser sebeteke dengdanê bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê derket.
Vegera mam Celal di demekê de tê ku pir doseyên giringvekirîne wek kandîdê Kurdan bo postê serokomariyê û rewşa YNK piştî hilbijartinên dawî û têkilî bi Bexdayê re.
Endamê Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan Mehmûd Senagawî ji PUKmediayê re da xuyan serok Mam Celal wek çetrê hemû pêkhatên cuda yê Iraqiyan e û herdem çetrê komkirina hemû Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye û yê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê ye, Sengawî hîvî kir ku serok Mam Celal bi tenduristiyeke baştir vegere welat û hewlî ew aloziyên ku di nav Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û yê aliyên din yê siyasî Kurdistan û Iraqê çaereser bike.
Derbarê vegera Talebanî de bo Kurdistanê, Endamê Encûmena Navendî ya PDK’ê Piştîwan Sadiq ji BasNewsê re wiha axifî: ʺBi hatina Talebanî vêca bi her awayekî be eger nikaribe tevî karê siyasî jî bibe di warê manewî de girîng e, ev hatin jî ne tenê bo YNK’ê di heman demê de bo Kurdistanê jî girîng e û em hêvîdar in bi tendirûstiyeke baş vegereʺ.
Ji aliyekî din ve Aras Şêx Cengî ragihand ku piştî başbûna tenduristiya serok Mam Celal, wê roja şemiyê 19-7-2014an, bi riya firokexaneya navnetewî ya Silêmaniyê, serok Mam Celal vegere axa welat.
Li gor BasNewsê cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê Sekreterê Giştî yê YNKê Qubad Talebanî jî di civîneke çapemeniyê de behsa vegera Serok Talebanî kir û wiha axifî: ʺMam Celal sibe (Şemî) bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ji Elmanya vedigere Kurdistanê, lê Mam bi xwe daxwaz kiriye di vê meha Remezanê de naxwaze xelk zehmetiyê bikşînin û biçin pêşwaziya wîʺ.
Talebanî got: ʺJi ber Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê niha li cepheya pêş a xebatê ne, Mam Celal naxwaze tu merasîm û şahî bên kirin. Qubad Talebanî daxwaz ji hevwelatiyên Kurdistanê kir ku kêfxweşbûna xwe bi teqekirinê neyînin ziman û wiha pêde çû: ʺBila hevwelatî fîşekan belaş bi hewayê de bernedin, ji ber bo berevanîkirinê ew ji Kurdistanê re pêwist inʺ.
Talebanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ʺSibe em ê hemû bibînin û evna jî baştirîn bersiv e. Wate piştî salek û 7 mehan Serok Mam Celal vedigere Silêmaniyê û bawer nakim wiha bi asanî Mam ji proseya siyasî ya İraqê dûr bikeve. Herwiha tendirûstiya Mam Celal gelekî baş bûye û baştir jî dibeʺ.