Bûyerpress
Hêzên Demoqrat civînên xwe yên li Rimêlanê, bi bireke xalên lihevkirinê bi dawî kirin.
Şemiya çûyî şandeyek ji nûnerên partî û hêzên Rikberiya Sûrî gihaştibûn Rojava, û li gel nûnerên Rêvebiriya Xweser çend rojan di civînên berdewam de man.
Civînên ku li Rimêlanê çend rojan dewam kirin, dûr ji romala ragihandinê bi rê ve çû.
Lê li gor ku endamên di civînê de amade dan zanîn, mijarên çarenûsa Sûrî û rengê çareseriyê li temamî Sûrya dihat gotûbêjkirin û biryar e ku careke din civînên wiha li dar bikevin û her berdewam bin.