Bûyerpress
Li bajarê Rimêlanê civînên hêzên demoqrat berdewam in, ew jî di navbera Tevgera TEV-DEMê, Şepêla Elxed a Sûrî, Desteya Hemahengiya Niştimanî û Tevgera Nûjenkirina Niştimanî de ne.
Ev 3 roj in ku ev civîn li dar in, tê de nûnerên saziyên Rêvebiriya Xweser li gel nûnerên hêzên demoqratîk amade ne, û dûr ji ragihandinê ev civîn bi rê ve diçin.
Li gorî agahiyan, di civînan de siberoj û rengê çareseriya temamî xaka Sûrî tên gengeşekirin.