Taybet_Bûyerpress
Sê pirtûkên nû, ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya (Rêya Rast) derketin.
Her sê pirtûk, ên nivîskar Bextreşê Koçer in, yek jê Şano ye bi navê” Dibistana Perîşanan” û her duyên din dîwanên helbestan in. Ew jî li jêr navên ” Çûka Silavê” û “Pêşmerge” ne.
Dibistana Perîşanan
Di ” Dibistana Perîşanan” de, mamosteya bi navê Xunav li dibistanekê perwerdeyê dide, û di çarçoveya karê wanedayîna li dibistanê, hemî êş û azar tên aşkartin û raber dibin.
Nivîskar Bextreşê Koçer, di rêya vê şanoya xwe re,bi keval û dîmenên sipehî, bi hevok û komepeyvên hêsan û zelal, hewl daye ku rastbînî û êşa zarokên gelê xwe di gera perwerdehiyê de vebêje.
(Mamoste Xunav derbasî polê dibe û li civîna şagirtên xwe rast tê)
Ehmed: Mamosteyê! Ji polê derkeve heta me civîna xwe bi dawî kirî.
Xunav: Civîna we li ser çi ye? Hûn çi babetê gengeşe dikin, belkî ez jî tevlî we bibim û arîkariya we bikim?
Hemo: Em babeta goşt û birincê bavê Hesen guftûgo dikin…
Çûka Silavê
Di vê dîwanê de pesn û evîna welat,yar û xwezayê di hemî malikan de diyar e.
Bi movikên çarmalik, Bextreşê Koçer hestên xwe bi xama pênûsê û bi zimanekî pak ji bo pelê daye dawervandin.
Bo xatirê dev û lêvan
Li jiyanê bûme mêvan
Bo te tenê jiyana min
Li jiyanê mame mêvan
Pêşmerge
Di dîwana ” Pêşmerge” de, bi gotininine nazik û zarekî pak, nivîskarê dîwanê mêrxasî û hunerbaziya Pêşmergeyan li malikên helbesta xwe bar dike.
Ne tenê Pêşmerge, lê belê dîwana wî pesn û qehremaniya gelek pakrewanên deverê dide ber xwe.
Pêşmerge
L‘ hêza dijmin napisrin
Ji meydanê narevin
Ji çeperan nalivin
Cangoriyê welat in
Zinar û ber û lat in
Parêzvanên milet in
Rêxistin û dewlet in