Bûyerpress
Cîgirê Partiya Demoqratîka Geln HDP’ê di perlementoya Turkyê de Lezgîn Botan, got ku Kurdê nexwaze Kurdistan ji Iraqê serbixwe bibe, ew mirovekî kor e.
Botan ji navgînên ragihandinê re got ku ” Ez bawer nakim ku mirovekî Kurd li dij serxwebûna Kurdistanê hebe, eger Kurdek li dij serxwebûnê hebe jî, ew kor e”
Botan tekezî li ser wê yekê kir ku perlementoya Kurdistanê aktîv bibe, da ku ji hundirê perlementoyê dewleta Kurdistanê were ragihadin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Lezgîn Botan got ku ew her amade ne ji bo xizmetkirina pirojeya dewleta Kurdî.