Bûyerpress
Duh Înê deshilatdariya Erebistanê Si’ûdî hişyariyek belav kir, tê de hatiye ku li deverên giştî nabe tu kes li kenala Cezîrê ya Qeterî temaşe bike, û kesê ku vê yekê bin pê bike, cezaya diravî 100 hezar Riyal e.
Desteya Giştî ya Geşt û Guzariya Se’ûdî hişariyek belav kir tê de xwest ku li hemî deverên giştî wekî xewxane û otêlan, tîviyên derexalqî û siyasî werin jêbirin, û di nav wan de kenala Cezîrê ya Qeterî, û di hişyariyê de hatiye ku kesê vê yekê pêk neîne, dê cezayeke diravî bi qasî 100 hezar Riyalî bide.