Bûyerpress
Îro Çarşemê komikeke çekdar li başûrê Tehrana Paytext, êrîşî Mezrgeha Xumeynî kir û ji encamê çend kes birîndar bûn.
Televîzyona Eyranî ragihand ku yekî ji wançekdaran bi kemereke bumbekirî xwe teqand, ji aliyê xwe ve hêzên ewlehî çekdarek kuşt û jineke ku li êrîşê beşdar girt.
Li gorî ajansa Tesnîm a Eyranî, yekî ji wan çekdaran dever gulebaran kir, piştî ku berikên wî neman ber bi Mezargeha Xumeynî ve çû û li rex navenda asayîşan xwe teqand.