Bûyerpress
Hevpeymana Navdewletî ya li Dij DA’İŞê, duh Sêşemê ragihand ku wê kerwanek ji leşkerên rêjîma Sûrî li rex baregeha Tenefê ku li ser sînorî Sûrî,Urdin û Iraqê ye, bumbebaran kir.
Di daxuyaniyeke xwe de duh bi şev, Hevpeymana Navdewletî ragihand ku her çi qas wan hişyarî daye hêzên rêjîma Sûrî, lê car dî hêzên rêjîmê li gel hevalbendên xwe derbasî heremên kêmkirina şer bûn.
Her wiha Hevpeymanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku kerwanê hatiye bumbebarankirin, ji tang, topeke dijfirokeyan û barhilgirên çekan pêk dihat.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan