Taybet_Bûyerpress
Endamê Desteya Karîger li Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demoqrata Pêşverûya Kurd li Sûryê Ehmed Silêman, got ku ew danpêdanê bi Rêveberiya Xweser dikin, ji ber ew rastbîniyek e û bi birayara TEV-DEMê hatiye.
Di hevpeyvîneke xwe de li bernameya” Mêvanekî Wêrek” ku Sêşeman li ser Bûyer fm tê weşandin, Silêman tekezî li ser danpêdana xwe bi Rêvebiriya Xweser kir li gel ku hin têbînî dan û got” Me dive ev rêvebirî di çarçoveya rêkeftina siyasî ya Kurdî-Kurdî de be”
Der barê ruxsetnekirina nivîgehên Pêşverû ji aliyê Rêvebiriyê, Silêman got”Doza ruxsetkirinê hîn zû ye, pêwîstiya xwe bi hevsengîyeke qanûnî û siyasî heye û dive ku dever jî hevseng bibe”
Hûn Dikarin Li Temamî Xelekê Guhdarî Bikin, Di Rêya Navnîşana Jêrîn De ↓